Hêzên artêşa Iraqê û Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi El Heşd El Şeibî li qonaxa duyem a opêrsiyona azadkirina navçeyên çol û beyara rojavaya vî welatî, kontrola çend gund û navçeyan girtine destê xwe.
Hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi El Heşd El Şeibî di qonaxa duyem a opêrasiyona El Cezîreyê da zêde ji 5800 kîlomitrên çargûşe ji deverên best û beyara rojavaya vî welatî azad kirin û şeş maşînên bombebarkirî ji nav birin.
Hêzên iraqî her wiha îro paqijkirina Firokexaneya Jênoyê li başûrê şaristana El Hezerê ji bombe û mayînên danandî dest pê kirin û kontrola Pireya Um El Eqaribê girtine destê xwe.
Firokexaneya Jênoyê li kûrahiya deverên best û beyara rojavaya Iraqê da ye ku sê parêzgehên Selahedîn, Nêynewa û Enbarê li hev girêdide.
Li opêrasiyona hêzên iraqî, zêde ji bîstçeteyên DAIŞ`ê jî hatin kuştin.
Bi azadkirina bajarê Bûkemalê li başûrê Sûriyê û bajarê Raweyê li parêzgeha Enbara Iraqê, serdestiya koma têrorîst a DAIŞ`ê wek Rêxistineka Têrorîst bi dawî hat.