IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşdaçûna hêzên iraqî li bakûra vî welatî

Hêzên serbazî yên Iraqê îro di çarçov opêrasyona azadkirina Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê da pêş da çûne û gihîştine nêzîkî bajarê Qîyarê li başûra Mûsilê.

Hêzên iraqî bi pêşdaçûna ber bi pira istiratêjîk a Qetarê ew xistin bin kontrola xwe û niha nêzîkî derîyên bajarê Qîyarê ne.

Hêzên iraqî herwiha gundên Cewaine, Kebexerîbe, Qahire, Dortecawiz, Hewîc azad kirin û bi vî awayî qonaxa yekem a opêrasyona azadkirina devera Qîyarê kuta bû û derbe û xisarên giran li têrorîstan xistin.Opêrasyona hêzên iraqî jibo paqijkirina devera istiratêjîk a Qîyarê bi destê hêzên iraqî ji du mêhwerên rojav û başûr va pêk tê.

Di encama vê opêrasyonê da bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştinê û gellek jî revîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu