CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Viyana dixwaze pêwendiyên xwe bi Îranê re berfire û baştir bike

Sefîrê Otrîşê li Tehranê duh êvarê li Erakê (navenda Îranê) got: Viyan dixwaze pêwendiyên xwe bi Îranê re berfire û baştir bike.

Li gor nûçeya IRNA, Sefîrê Otrîşê li Tehranê Stefan Scholz (Ştifan Şûlts) hikûmeta Otrîşê dixebite pêwendî û hevkariya ticarên dû welatan hêsan bibe û karsaz û ticarên beşa taybetî (susûsî) ya Îran û Otrîşê hevkariyên xwe zêde bikin.

Sefîrê Otrîşê li Tehranê  bal kişand ser derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî û vegerîna boykotên Waşîngtonê li dij Îranê û got: Boykotan pêwendiyên ticarî bi Îranê re hinekî dijwar kirine , lê eva nikare bibe berbenda ser riya berfirebûna pêwendiyên aborî navbera Otrîş û Îranê.

Stefan Scholz  anî ziman ku Otrîş nûnerê Yekitiya Ewropayê li Îranê ye û ji ber vê yekê Viyen dixebite da ku peyamên erênî bide Îranê daku rê ji bo îstifadeya gelê Îranê ji deskevtên Peymana Navokî serast bibe.

Başa dön tuşu