IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşdaçûna lezgîn a hêzên iraqî li Felûcê

Berpirsê operasyona hêzên Heşda Şebî ragihand ku pêşveçûna operasyona azadkirina Felûcê bi vê lezgîniyê nediket aqilê ti kesî.

Ebûelî Besrî berpirsê operasyona hêzên Heşda Şebî îro tekez kir ku operasyona azadkirina Felûcê didome û desnîşan kir ku lezgîniya pêşdaçûneke wiha berbiçav li mêhwerên başûr û bakûra Felûcê nedikete aqilê ti kesî û artêşa Iraqê 11 dever li mêhwera rojhilata Felûcê azad kirin.

Hêzên Heşda Şebî her wiha ragihandin ku Ebûmeryem Medain yek ji serkirdên DAIŞ`ê li vê deverê hat kuştin. Ji hêla din ve hêzên fermandetiya operasyona Bexdayê derbasgeha Ebûşecel li bakûra Felûcê tam xistin bin kontrola xwe.

Berpirsê operasyona hêzên Heşda Şebî, her wiha got ku hevkarî û hevahengiyeke zav baş di navbera hêzên artêşê û yên gelanî yên Iraqê heye û got: Koma têrorîst a DAIŞ`ê şiyana şerrkirinê ji dest daye û tenha sîleha wê bo girtina pêşiya hêzên iraqî, qenas, maşînên bombekirî û mayînên veşartî ne.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê sibeya roja duşemê fermana destpêkirina operasyona azadkirina bajarê Felûcê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê da û ragihand ku ala Iraqê yê bi zûtî li vî bajarî bê daliqandin û Felûce yê wekî bi sedan gund û bajar û bajarokan dîsa bikeve destê xelkê wî bajarî bi xwe û ew ê ji zilm û zordarî û xiyaneta DAIŞ`ê rizgar bibe.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Felûce yê mideha çend rojên bê da were azadkirinê û azadkirina vî bajarî xelatek e jibo hemî iraqiyan.

Hêzên Heşda Şebî ji destpêka operasyona azadkirina Felûcê va heta nika, çend dever û gund ji lepên ntêrorîstên DAIŞ`ê azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu