Artêşa Sûrîyê çend deverên din ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê derxistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), hêzên artêşê û gelanî yên Sûrîyê li dewama pêşdaçûnên xwe li Helebêdevera Girê Bazo nêzîkî zankoyên serbazî yên Helebê ji lepên têrorîstan derxistin û paqij kirin.
Artêşa Sûrîyê herwiha zevîyên bakûra rojavaya Xanşêxê li rojavaya Xûyetê ji lepên têrorîstan derxistin û di encamê da herîkêm 50 têrorîst hatin kuştinê.
Bi saya serdestîya artêşa Sûrîyê li devera Xanşêxê, cadeya navnetewî ya Dimeşq-Quneyterê jî ket bin kontrola hêzên artêşa vî welatî.
Li parêzgeha Derayê jî hêzên artêşa Sûrîyê di encama pevçûnekê li bajarokê Ebasîyê da çend têrorîst kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)