NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdçûna Artêşa Sûriyê li başûrê Reqayê

Artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê bi dewama pêşdaçûna xwe li başûrê Reqayê li bakurê Sûriyê, hin navçeyên nû ji bin dagirkeriya komên têrorîst derxistin û gihîştine perravên Çemê Firatê.

Li gorî rapora IRNA`yê, yekîneyên Artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê roja Yekşemiyê li şer û pevçûna digel çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê û pêşdaçûna xwe li bajarokê El Dexîleyê, Bîra Gazê û Meydana Gazî ya El Sebxaviyê li parêzgeha Reqayê ji bin kontrola têrorîstan derxistin.

Li vî halî Artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê, roja Yekşemiyê di dewama opêrasiyona xwe li dijî komên têrorîst, bilindahiyên Felîteya Sûriyê bi tevahî ji bin kontrola têrorîstan azad kiirn.

Kanala têlêvîziyoniya El exbariyê ya Sûriyê jî ragihand ku firokeyên şêrr ên sûrî cihê kombûna têrorîstên DAIŞ`ê li navçeya El Bexîliyê li parêzgeha Dêyr El Zorê dane ber bomban.

Li vê êrîşê hejmareke têrorîstan hatine kuşûtinê.

Kanala têlêvîziyoniya El Minarê jî ragihand: Hêzên artêşa Sûriyê çend navçeyên rojhilata Tedmurê li parêzgeha Humsê li navend û rojavaya Sûriyê ji bin kontrola têrorîstan azad kirin.

Hevdem têrorîstên DAIŞ`ê bi êrîşa li ser derdora rojhilatî ya Humsê, welatiyekî sûrî kuştin.

Başa dön tuşu