İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pêşdeçûna artêşa Sûriyê li parêzgeha Himsê

Hêzên artêşa Sûriyê roja pênşemiyê derbasî nav hin taxên başûrî yên bajaroka El-Sexnê li parzêgeha Himsê bûn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên agehdar ên herêmî li Sûriyê raghandin bi derbasbûna hêzên artêşa Sûriyê nav derbasgehên  bajaroka El-Sexnê li bakurê rojhilata Palmîrayê,  pevçûnên bi grûpa terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê li vê navçê didome.

Li gorî vê arporê,  çeperên terorîstan li El-Sexnê têk çûne û tenê hejmarek ji terosrîatn li El-Sexnê mane.

Navenda raghandinê ya Wezareta berevaniyê ya Sûriyê jî çarşemiyê şevê arghand: Artêş û hêzên  çekdar ên vî welatî bi dewama pêşdeçûna li nav Badiya Sûriyê, kontrola hin çiyayên  başûrê rojava El-Sexnê bi dset xistine.

El-Sexne tenê  navenda mezin a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Badiya Sûriyê ye û bidestxistian kontrola wê, riya pêşdeçûna artêşê ber bi bajarê Dêrezorê û têkbirina dorpêça wê sê salî hêsan dike.

Li gor nûçeyeke din hêzên artêşa Sûriyê roja çarşemiyê bajaroka Hewîce Şinanê li nêzîkî gundê Delheyê li derdora başûrê rojhilata Reqayê azad kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Exit mobile version