NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdeçûna artêşa Sûrîyê li parêzgehên Idlib û Hemayê

Artêşa Sûrîyê û hêzên hevpeymanê wê li dewama opêrasyonên xwe li parêzgeha Idlibê ber bi balafirgeha leşkerî ya Ebû Zihûrê va pêşde çûn û karîn gundê Um Hareteynê ji lepên têrorîstan azad bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, artêşa Sûrîyê îro êrişên xwe li mêhwera gundê Ebûdalîyê li derdora başûra rojavaya Idlibê domandin û bi azadkirina pedafenda hewayî ya qedîmî û Til Eswedê li rojhilata gundê Ebûdalîyê bi awayekî berbiçav pêşde çû.

Li gorî agahîyên ku çavkanîyeke leşkerî dane ajansa nûçan a Sputnikê, artêşa Sûrîyê li deverên Til Meqte û Moşîrfê li derdora Ebûdalîyê tevî pevçûna li hemberî têrorîstên Cebhet ul Nusrê dil heye bi azadkirina vê deverê ewê bike destpêkek ji bo êrişên xwe di pêşerojê de ji bo ber bi balafirgeha leşkerî ya Ebû Zihûrê li derdora Idlibê va here û ji wir ve jî bera xwe bide Idlibê.

Hevgavê nêzîkbûna artêşa Sûrîyê li Ebûdalîyê li derdora bakûra rojhilata parêzgeha Hemayê li nêzîkî sînorên idarî yên parêzgeha Idlibê, Hêzên Berxwedanê jî dest bi êrişa ser têrorîstan kirin û bilindahîyên Til Eynê û gundê Qebîbîyat Ebûhudayê xistin bin kontrola xwe.

Artêşa Sûrîyê herwiha li bakûra parêzgeha Hemayê karî gundê istiratêjîk ê Um Hareteynê rizgar bike.

Başa dön tuşu