NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdeçûna artêşa Sûriyê li warê azadkirina hin navçan ji lepên dagirkeran li Quneyterê

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê li operasyonekê li bakurê navça El-Seriye El-Rabie li parêzgeha Quneyterê bilindahiya El-Niqaraya Rojava li bakurê vê parêzgehê ji destê terorîstan azad kirin.

 Li gorî rapora Fars Newsê, artêşa Sûriyê û hêzên  berevaniya neteweyî îro li despêka operasyonê karîn ku bi êrişên nişkêvayî  hêlên  bervenaiyê yên  terorîstan  têk bişkînin û navça  El-Seriyê El-Rabiê tam pqaij bikin û meqerên xwe li wir tesbît bikin.

Bi paqijkirina navça stratejîk a El-seriyê  El-Rabie ku ji aliyê terorîstên  Ehrar El-Şamê hatibû dagirkirin, riyên nû jibo hêzên  gelanî yên bajaroka  Hezerê vedibe da ku îmkana  şandina cebilxanan û hêzên nû ji vê navçê jibo paqijkirina bilindahiya  El-Hemriyê li başûrê vê bajarokê pêk were.

Hevgav yekîna  mûşekî û topxana  artêşa Sûriyê meqerên terorîstan li bajaroka  Turence dan ber êrişan ku xêncî kuştin an birîndarbûna bi dehan terorîstan hejmarek ji trimbêlên  Dûşkadar jî hatin îmhakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu