Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê li operasyonekê li bakurê navça El-Seriye El-Rabie li parêzgeha Quneyterê bilindahiya El-Niqaraya Rojava li bakurê vê parêzgehê ji destê terorîstan azad kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, artêşa Sûriyê û hêzên berevaniya neteweyî îro li despêka operasyonê karîn ku bi êrişên nişkêvayî hêlên bervenaiyê yên terorîstan têk bişkînin û navça El-Seriyê El-Rabiê tam pqaij bikin û meqerên xwe li wir tesbît bikin.
Bi paqijkirina navça stratejîk a El-seriyê El-Rabie ku ji aliyê terorîstên Ehrar El-Şamê hatibû dagirkirin, riyên nû jibo hêzên gelanî yên bajaroka Hezerê vedibe da ku îmkana şandina cebilxanan û hêzên nû ji vê navçê jibo paqijkirina bilindahiya El-Hemriyê li başûrê vê bajarokê pêk were.
Hevgav yekîna mûşekî û topxana artêşa Sûriyê meqerên terorîstan li bajaroka Turence dan ber êrişan ku xêncî kuştin an birîndarbûna bi dehan terorîstan hejmarek ji trimbêlên Dûşkadar jî hatin îmhakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)