LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdeçûna hêzên Hizbullahê li Ersala Lubnanê

Li roja dudiyan a operasyona azadkirina çiyayên Ersalê li rojhilata Lubnanê, hêzên Hizbullahê bi alîkariya artêşa Sûriyê karîn ku hin navçeyên din ji lepên endamên grûpa terorîstî ya bereya El-Nusreyê rizgar bikin.

 Li gorî rapora kanala  nûçan a El-Alamê, hêzên  HIzbullaha Lubnanê roja şemiyê li dewama  azadkirina  çiyayên  Ersalê karîn ku  navçên  Wadî El-Xîl, Cewar El-Şêx, Wadî Krîdî, El-Zelîl El-Ebyez û Serc Qewîsefê ji lepên terorîstan rizgar bikin.

Televîzyona lubnanî ya  El-Minarê jî raghand: Êrişên  topxaneyî yên artêşa Lubnanê ser meqerên  grûpên terorîstî li Ersalê ti didome.

Di eynî demê de, balefirên cengê yên  sûrî roja şemiyê cardinê meqerên teorîstan li navça El-Qelmûna rojava li sînorên  Lubnanê bombebaran kirin.

Operasyon azadkirina  çiyayên Ersalê li rojhilata Lubnanê û çiyayên  El-Qelmûna  rojava  li Sûriyê ji roja înê destpê bûye û li yekim roja vê operasyonê, hêzên  Hizbullaha Lubnanê karîn ku  navçên  Sehl El-Rehwe, Sehr El-Hewe, Wadî Deqîq û Wadî Zerûrê û Teftnazê  li çiyayên  Ersalê li sînorê anvbera Lubnan û Sûriyê azad bikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu