Li roja dudiyan a operasyona azadkirina çiyayên Ersalê li rojhilata Lubnanê, hêzên Hizbullahê bi alîkariya artêşa Sûriyê karîn ku hin navçeyên din ji lepên endamên grûpa terorîstî ya bereya El-Nusreyê rizgar bikin.
Li gorî rapora kanala nûçan a El-Alamê, hêzên HIzbullaha Lubnanê roja şemiyê li dewama azadkirina çiyayên Ersalê karîn ku navçên Wadî El-Xîl, Cewar El-Şêx, Wadî Krîdî, El-Zelîl El-Ebyez û Serc Qewîsefê ji lepên terorîstan rizgar bikin.
Televîzyona lubnanî ya El-Minarê jî raghand: Êrişên topxaneyî yên artêşa Lubnanê ser meqerên grûpên terorîstî li Ersalê ti didome.
Di eynî demê de, balefirên cengê yên sûrî roja şemiyê cardinê meqerên teorîstan li navça El-Qelmûna rojava li sînorên Lubnanê bombebaran kirin.
Operasyon azadkirina çiyayên Ersalê li rojhilata Lubnanê û çiyayên El-Qelmûna rojava li Sûriyê ji roja înê destpê bûye û li yekim roja vê operasyonê, hêzên Hizbullaha Lubnanê karîn ku navçên Sehl El-Rehwe, Sehr El-Hewe, Wadî Deqîq û Wadî Zerûrê û Teftnazê li çiyayên Ersalê li sînorê anvbera Lubnan û Sûriyê azad bikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).