Pêşdeçûna hêzên iraqî li derdora El-Şerqatê
Piştî dayîna fermana destpêkirina operasyona eskerî ji aliyê Heyder Ebadî jibo azadkirina bajarê El-Şerqatê hêzên dewletî hin navçên derdora vî bajarî azad kirin.
Rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha Selahedînê îro li gotûbêja tev Someriye News`ê ragihand ku li çarçêva operasyona azadkirina El-Şerqatê çar gund li vê navçê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatin azadkirin.
Li gorî gotina vî rayedrî hin yekîneyên hêzên ewlehiyê karîn ku li operasyona xwe u ji sê mêhweran li Şerqatê cih hatiye çar gund bi piştgiriya hewayî ya balefirên cengê û balefirên artêşa Iraqê azad bikin.
Vî rayedrê ewlehiyê got ku li gorî plan û bernamên cihhatî hêza hewayî ya Iraqê karî ku meqerên curbicur ên DAIŞê li vê navçê bike hedef.
Di eynî demê de Ehmed El-Nemrawî, serokê bajarokê Berwanê ser bi bjarê Hedîsê li bara azadkirina du gundên El-Xalidiyê û El-Emîriyê li Hedîsê ji aliyê hêzên ewlehiyê û eşîrên wê agahî da û got ku hêzên ewlehiyê û eşîran karîn ku van du gundan ku ketine rojhilata Hedîsê ji destê çeteyên DAIŞ`ê azad bikin.
Li gorî gotina Mebrûk Hemîd fermandarê bajarê Hedîsê yê DAIŞ`ê bi danîna bombeyan li navçên curbicur li Hedîsê hewl da ku rê li ber pêşdeçûna hêzên ewlehiyê û eşîran bigre.
Heyder Ebadî îro sêşemiyê ji New York`ê fermana destpêkirina operasyona eskerî jibo azadkirina Şerqat û hin navçên Enbarê ji destê têrorîstên DAIŞ`ê da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)