ÎranNûçeRojhilatanavin

Kiryarên dewlet Emerîkayê gefek li hember mafên navneteweyî

Cîgirê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, kiryarên dadgehên Emerîkayê derheq dayîna hukmên bêbingeh, nemaqûl li dijî darayiyên Îranê gefek cidî li hember rêkûpêkî û mafên navneteweyî da zanîn.

Hucetulîslam welmuslimîn seyd Muhemedhesen Ebûturabîferd li civîna eşkere ya roja yekşemiyê ya meclisê got : hêzên sêalî yên Îranê hemî zirûfa xwe bona bidestxistina mafên gelê Îranê dê bikar bînin û bila Emerîka bizanibe ku çawa ku li gişt mijarên dijberiya li hember Komara Îslamî ya Îranê şikest xwariye li vî warî jî dê bi tundî şikestê bixwe.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ebûturabîferd destnîşan kir: gelê Îranê dê mafên xwe bi awayekî herîbaş bistîne û dê mista xwe li devê hikûmeta nedadmendane ya Emerîkayê xîne.

Dîwana bilind a Emerîkayê çarşemiyê şevê, 20 Nîsanê piştrast kir ku dadgehên Emerîkayê dikarin bona hilkolandina şikata qurbaniyên qaşo sûçên terorîstî, daratiyên blokebûyî yên Îranê bona dayîan xerametê bi kar bînin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu