AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşengtiya Îranê li warê derxistian niftê ji meydana niftê ya hevpar a Yadaweran tev Iraqê

Rêveberê plana berfirehkirina meydana niftê ya Yadawarenê(başûrê rojava Îranê) ragihand ku Îranê li warê derxistian niftê ji vê meydana hevpar tev Iraqê pêşeng e û diyar kir: Niha rojê 115 hezar bermîlên niftê ji meydana Yadaweranê nift tê derxistin.

 Li gorî rapora Şana Newsê, Hadî Nezerpûr, rêveberê plana  berfirehkirina  meydana niftê ya Yadaweranê roja duşemiyê bal kişand ser vê yekê ku derxistina nitê ji ev meydana hevpar bi lezgînî pêşde diçe û got  li gorî berameyên cihhatî heya dawiya  Sibata 2017`an  zirûfa  derxistina niftê ji meydanên  hevpar ên  rojava Karûnê dê bighêje  300 hezar bermîlê di  rojê de.

Meydana  niftê ya hevpar a Yadaweranê ketiye başûrê rojhilata  meydana Azadiganê û başûrê rojava  bajarê Ehwazê li zîvala  sînorî tev  welatê Iraqê.

Qonaxa ewil a proja  berfirehkirina  meyda a niftê ya Yadaweranê, 13 Mijadra 2016`an  bifermî xebata xwe destpê kir .

Li gorî bernama  cihhatî ev meydana  hevpar dê li qonaxan berfireh bibe ku li  qonaxa ewil a  derxistina  85 hezar bermîlên  niftê, qonaxa  duyem a  asta berhemanînê ji vê meydanê di rojê de 180 hezar bermîl  û li faza sisiyan asta berhemanînê  dê bighêje 300 hezar bermîl niftê li rojê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu