Rêveberê plana berfirehkirina meydana niftê ya Yadawarenê(başûrê rojava Îranê) ragihand ku Îranê li warê derxistian niftê ji vê meydana hevpar tev Iraqê pêşeng e û diyar kir: Niha rojê 115 hezar bermîlên niftê ji meydana Yadaweranê nift tê derxistin.
Li gorî rapora Şana Newsê, Hadî Nezerpûr, rêveberê plana berfirehkirina meydana niftê ya Yadaweranê roja duşemiyê bal kişand ser vê yekê ku derxistina nitê ji ev meydana hevpar bi lezgînî pêşde diçe û got li gorî berameyên cihhatî heya dawiya Sibata 2017`an zirûfa derxistina niftê ji meydanên hevpar ên rojava Karûnê dê bighêje 300 hezar bermîlê di rojê de.
Meydana niftê ya hevpar a Yadaweranê ketiye başûrê rojhilata meydana Azadiganê û başûrê rojava bajarê Ehwazê li zîvala sînorî tev welatê Iraqê.
Qonaxa ewil a proja berfirehkirina meyda a niftê ya Yadaweranê, 13 Mijadra 2016`an bifermî xebata xwe destpê kir .
Li gorî bernama cihhatî ev meydana hevpar dê li qonaxan berfireh bibe ku li qonaxa ewil a derxistina 85 hezar bermîlên niftê, qonaxa duyem a asta berhemanînê ji vê meydanê di rojê de 180 hezar bermîl û li faza sisiyan asta berhemanînê dê bighêje 300 hezar bermîl niftê li rojê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)