Serokê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê ji helwestên merceyê giranqedir ê vî welatî li bara rewşa niha ya Iraqê pêşewazî kir û piştgirî dayê.
Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Emar Hekîm îniyê şevê li daxûyaniyekê, bi piştgiriya ji bîr û rayên merceyeta bilind a olî ya Iraqê got: Nihêrîn û têbîniyên merceyetê li bara rewşa niha û gefên pêşberî Iraqê tam ji aliyê tevgera hikmeya neteweyî ve tên piştgirî kirin.
Şêx Mehdî Kerbelayî, nûnerê merceyeta bilind a Iraqê li xutbên roja îniyê li bajarê Kerbelayê bi xwendina daxûyaniya merceyetê, tevî piştgiriya ji xwestekên neraziyan ji şîdetên dualî yên pêkhatî, li dijî wan û hêzên wlehiyê rexne kir.
Wî her wiha ji ber qaşo sersariya li hember hevcetî û xwestekên xelkê li salên derbasbûyî hişyarî da rayedaran û daxwaz kir ku bila bi zûtirkê dewleta nû li gor hilbijartinên parlemanî yên meha Gulanê were damezrandin û ji bo çareserkirina gelê Iraqê hewlê bidin.
Seyd Emar Hekîm di daxyaniya xwe de got: Tevgera Hikmeya neteweyî, tam piştgiryê dide teqezkirina merceyê giranqedir ê Iraqê ser pêwîstiya pêvajoya damezrandian dewleta xizmetguzar bi wezîrên ku tam pispor bin û li gor bernamên zelal û xurt xebatê bikin.
Piştî daxûyaniya merceyê giranqedir ê Iraqê, Heyder Ebadî, serokwezîrê vî welatî jî li daxûyaniyekê teqez kir ku d tewsiyên merceyetê bibin bernama karê dewletê, çawa ku ji dema dayîna fetwaya cîhada kefayî ji bo rawestana li ber koma terorîstî ya DAIŞê hema wisa bûye.
Ebadî kiryarên cihhatî li rojên derbasbûyî ji bo hilkolandina pirsrgirêkên xelkê li parêzgehên curbicur, şirove kirin û li bara dewama hewldanan heya çareserkirina tam a pirsgirêkan û her wiha rawestana li ber gendelî û mifsidên aboriyê agahî da.
Di eynî demê de, şêx Ekrem Kebî, sekreterê giştî ê berxwedana Îslamî ya Nucebayê ya Iraqê jî li axiftinekê tevî raghandina piştgiriya ji helwestên merceyeta bilind a Iraqê, daxûayniya vê adwiyê ya wî wek kişvkirina plana rê ya nû li Iraqê da zanîn.