IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşketina Artêşa Iraqê li rojavaya vî welatî

Artêşa Iraqê li dewama pêşketinên xwe li rojavaya vî welatî karî navçeya El-Cumyiye li Remadiyê ji destê terorîstan derxîne.

Li gorî rapora telivîzyona El-Meseleyê, Artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî li dewama pêşketinên xwe li rojavaya vî welatî pêgehên koma terorîst a DAIŞ’ê li parêzgeha Hîtê li rojavaya Remadiyê kirine ber hedefa êrişên xwe û karîn navça El-Cumyiyê ji destê terorîstan derxîne.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, artêşa vî welatî karî pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ’ê ser meydana niftî ya Elasê li rojhilata Selahedînê li bakûra Iraqê bigire.

Ji meha hezîrana saala 2014 heta niha grûpa terorîst a DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirkiye û Erebistanê va tê piştgirîkirin, êrişî ser axa Iraqê kir û bajarên bakûr û rojavaya vî welatî xistine destê xwe, lê artêşa vî welatî û hêzên gelanî karîne ku heta niha hin deveran ji destê terorîstan derxînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu