İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pêşketina artêşa Sûriyê li derdora rojhilata Helebê

Artêşa Sûriyê piştî azadkirina çend gundên din dewam dane pêşketinên xwe li derdora rojhilata Helebê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Artêşa Sûriyê duh pêncşemê bi palpiştiya hêza hewayî ya Rûsiyayê karî gundên Akûm, Em Edes, Tel Esûs li bakûr û rojhilata Dêyr Hafizê li  derdora rojhilata Helebê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bike.

Li vê operasiyona artêşa Sûriyê dijî terorîstên DAIŞ`ê, derbeyekî giran li terorîstan ket û gelek ji terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version