IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşketina hêzên iraqî li du navçên rojhilata Mûsilê

Qumandekî derecebilind ê iraqî îro behsa pêşketina artêşa vî welatî li du navçên rojhilata Mûsilê kir û got: Ev du navçane ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatin azadkirinê.

Ebdulqenî El-Esedî Qumandê dije terora Iraqê li gotûbêja tev telivîzyona dewletî ya vî welatî ji pêşketina hêzên artêşa vî welatî li du navçên Endulos û Şurtê û paqijbûna kolanên azadbûyî ji bombe û madên teqandinî yên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê xeber da.

Vî qumandê iraqî ji şîdet peydakirina şer û pevçûna di navbera hêzên dijî terora Iraqê û terorîstan li pişkên mayî li destê terorîstan li van du navçane xeber da.

Erkantiya qumandihiya “ Eyî Neynewa em tên“ li daxûyaniyekê ragihand; Hêzên mêhwera bakûrî jî karîn du navçên Kindî û Qîrevan ji destê terorîstan azad bikin û piştî kuştina gelek ji endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê , alaya Iraqê birine ser avahiyên azadbûyî.

Hêzên iraqî herwisa navendekî çêkirina firokên bê firokevane grûpa terorîst a DAIŞ`ê jî xistine destê xwe.

Ebdulemîr Yarullah alîkarê qumandê operasiyona hevpar a Iraqê jî li raporekî xwe ragihand: Ji destpêka operasiyona azadkirina Mûsilê 80 navçe, 381 gund, 6 bajar û 18 navendên sereke yên derûdora Mûsilê azad bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu