IraqNûçeRojhilatanavin
Pêşmergeyek li Daqûqê hat kuştin
Li gundekî ser bi navçeya Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê ve çend kesên nenas êrişî pêşmergeyekê kirin û di encam de ew pêşmerge hat kuştin.
Li gundê Heftexarî yê ser bi navçeya Daqûq a Kerkûkê ve, demjimêr 9.30an pêşmerge Şêrko Mihemed ku ser bi Lîwa 16 ya hêzên pêşmerge bû, di encama êrişekê de hat kuştin.