Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî, Pêşnimêjê nimêja înê yê Tehranê bal kişand ser îdiaya berpirsê karûbarên Ewrûpayê derheq vê yekê ku ger rêketinnama navokî neba qewimîna şerê li dijî Îranê pêdivî bû û got: Eva xapandinek e ji ber ku cîhanê hêza şerê li hember Îranê tine û gelê Îranê heya dawiyê li hember dijminan sekiniye.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî, Pêşnimêjê înê yê Tehranê diyar kir: Ger Emerîka û hêzxurtên mustekbir û zorda êrişî ser Îranê nakin eva ji ber îqtidara gel û qaweta eskerî ya Îranê ye.
Pêşnimêjê înê yê Tehranê bal kişand ser qaweta eskerî ya Îranê û got: Komara Îslamî ya Îranê qaweta heftan a eskerî ya cîhanê ye.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî, bal kişand ser hişyariya li hember şerê aborî û çandî yên dijmian li hember Îrana Îslamî û got : Cihanîna tam a aboriya berxwedanê van komployan bêencam dike.
Pêşnimêjê nimêja înê yê Tehranê her wiha cinayetên Rejîma Alê Xelîfe li hember gelê Behreynê şermezar kir û tekez kir: Serhildana gelê Behreynê nasekine û dê ev şoreşa li hember vê rejîma kirêgirtî bi ser keve.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî, her wiha got : Gelê Behreynê daxwaza serbixwetî, hikûmeta bijartî û bidawîbûna dîktatoriyê li welatê xwe dikin.
Pêşnimêjê înê yê Tehranê her wiha ji rejîma zarokuj a Alê Siûd rexne kir û got : ev rejîma bi alîgirên navneteweyî yên xwe tim cinayetên xwe li dijî gelê Yemenê didomîne.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî NY jî ji ber bêdengiya li hember cinayetên Rejîma Alê Siûd rexne kir û got : Divê ev rêxistina cinayetên hanê bidest rawestandin.
Pêşnimêjê înê yê Tehranê her wiha bal kişand ser beşdariya berfireh a gelê Îranê li roja 22 Behmena îsal li 38`mîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî û diyar kir: Ev beşdariya berfireh weke mêrkuteke qahîm ser devê dijminan bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)