ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Azadiya girtiyên Erebistanê ji aliyê Ensarullaha Yemenê

Li gor rapora televîzyona El-Mesîreh a Yemenê, Ensarullaha Yemenê îro duşemê li çarçova azadkirina hêsîran li meha bimbareke rojiyê hema yekalî 32 kirêgirtiyên Erebistanê azadkirin ku ji destpêka meha rojiyê heta niha 716 hêsîr ji aliyê Ensarullaha Yemenê hatine azadkirin.

Ensarullaha Yemenê bona diyarkirina niyeta xwe ya xêr bona azadkirina hemû hêsîran û kesên ku hatine girtin, vî karî wekî wezîfeyeke însanî îcra dike.

Ji aliyê din ve Muhemmed Ebdul-Selam berdevkê Ensarullaha Yemenê ku serokê taxima Yemenî li gotûbêjên aşitiyê ye, pêncşemiya bihurî seredana Erebistanê kiribû, ragihand ku hedefa vê seferê rawestandina şerê nav Yemenê ye.

Ensarullaha Yemenê li halekê bona rawestandina şêr li nav vî welatî dixebite ku li gorî rapora kanala televîziyona Mesîreya Yemenê, firokeyên şêrr ên siûdî û firokeyên sîxoriyê li dewama cinayetên xwe li dijî gelê bêberevan ê Yemenê, li esmanê parêzgeha Maribê li navend û bajarokên rojavayî li parêzgeha Seideyê li bakûrê Yemenê dest bi firrînê kirin û bajarokê Xub û Şebê li parêzghe Cufê li bakûrê vî welatî dane ebr bomban.

Kanala têlêvîziyoniya Meyadînê jî qala êrîşên topxane û firokeyên şêrr ên Erebistana Siûdiyê li ser bajarê sînorî yê Herzê li parêzgeha Hecceya Yemenê kir.

Erebistana Siûdiyê bi hevdestiya hinek ji welatên ereb ên navçeyê û bi hevrêtiya Amerîkayê ji 26`ê Adara 2015`an va êrîşên befireh li ser Yemenê dest pê kirin ta ku serokomarê reviyayî û istîfakirî yê Yemenê, Evderebeh Mensûr Hadî vegerîne ser desthilatê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu