Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê got: Komara Îslamî ya Îranê mekîna şêr a Emerîkayê rawestandiye.
Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Hesen Turabîferd pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha got: Bê guman li rûbirûbûna Emerîkayê bi Îranê re li gor gotinên serokkomarê berê yê Emerîkayê û gotinên analîzorên welatên rojavayê û rojhilatê, Komara Îslamî ya Îranê gihêştiye dewrana geşatî û pêşdeçûnê.
Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Hesen Turabîferd bal kişand ser siyasetên dewleta Donald Trump serokkomarê niha yê Emerîkayê û got: Ev welata derneketiye pêşberî Îranê belkî li hember du milyar nifûsa cîhanê sekiniye.
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê bal kişand ser vê yekê ku mekîna cengê ya Emerîka û Îsraîlê asteng bûye û got: Stratejiya Îranê eva ye ku pêşiya şêr bigre û nehêle ku Emerîka li vê barê bighêje armancên xwe.
Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Hesen Turabîferd bal kişand ser vê yekê ku bi yekitî û îqtidara welatên îslamî, dê saya kirêt a şêr ji navçê pak bibe û got: Rejîma nehs a Erebistanê ku îro ketiye ber kîn û nefreta hemî welatan û tenê ji aliyê serokkomarê Emerîkayê ve tê piştgirîkirin, nikare şerxwaziyeke nû destpê bibe.
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha bereberê lidarxistina rê û resma Erbeîna Huseynî serhildana Aşûrayê bi bîr xist ku bû wek tevgereke însansaz li dîroka cîhanê û hêvî kir: Umeta îslamî bi îman û emela salih, riya îzet û bexteweriyê wisa ku hêjayî civaka îslamî ye, derbas bikin.