ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê înîyê yê Têhranê: Miletê Îranê bawerîya xwe li sîyasetên Amerîkayê nayne

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê got: Gelê Îranê bawerîya xwe li tu yek ji dewletên ku li Amerîkayê tê ser desthilatê nayne.

Ayetulah Ehmed Xatemî li xutbên nimêja înîyê ya vê heftîyê li Têhranî bi gotina vîya ku encama hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê tu guhertinekê li sîyasetên zorbêjane yên vî welatî li hemberî gelên navçê pêk nayene, got: Gelê Îranê tu wexta li hemberî daxwazên dewletên li Amerîkayê hatine ser desthilatê qebûl nake.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê ya Têhranê tevî hişyarkirina serokomarê nû yê Amerîkayê li bara dûhatên sîyaseta gef û zorê li hemberî Îranê got: Komara Islamî ya Îranê yê li hemberî van sîyasetana li ber xwe bide.

Ayetulah Xatemî bi pêgîriya ser vîya ku gelê cehanê ji sîyasetên macerahezî û destwerdanên serbazî yên Amerîkayê li welatên xwe westîyane, temî da serokomarê nû yê Amerîkayê ku ya baş ew e ku dewsma domandina van sîyasetana bala xwe bide ser çareserkirina pirsgirêkên curbicur ên gelê vî welatî.

Pêşnimêjê înîyê yê Têhranê bal kişand ser mukurhatina berbijarê serokomarîya Amerîkayê têkildarî deynên giran ên vî welatî ku ev welata xistine ber iflasê û got: Bêewletî li Amerîkayê berfire bûye, bi awayekî ku her sal gellek kes nemaze postreş (cermreş) dibin qorîyê şîdeta bi tifingan.

Ayetulah Xatemî bal kişand ser daxwaza hin welatan ji Amerîkayê jibo alîkarîya bi merema çarerserkirina qeyranên deverê û pêgîrî kir: Welatê ku nikare pirsgirêkên ewlehî û darayîyê yên xwe çareser bike tu wexta nikare alîkarîyê bide dabînkirina ewlehîyê li deverê.

Pêşnimêjê demkî yê nivêja înîyê ya Têhranê herwiha got: Koma têrorîst a DAIş`ê bi piştgirîyên malî û sîlehan ên Amerîkayên li navçê pêk hat ku xercên van alîkarîyana ji wê xeracê dabîn dibin ku ji gelê vî welatî tê istandinê.

Pêşnimêjê demkî yê nivêja înîyê ya Têhranê herwiha bal kişand ser serketinên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li opêrasyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê û got: Artêşa Iraqê li vê operasyonê hewcedarê alîkarîya tu welatî nîne û Amerîka û hin welatên navçê bêheger hêz ber bi Mûsilê va şandine.

Ayetulah Xatemî herwiha got: Mûsil beşeke axa Iraqê ye û tu welatek nikare vê deverê ser navê xwe zevt bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu