NûçeFilistînRojhilatanavin

Ebû Ubeyde: Berxwedana Filistînê xurt û qahêm li hember siyonîstan rawestaye

Berdevkê tabûrên El-Qesam şaxê leşkerî yê Hemasê got: Gelê mezin ê Filistînê bo meha pêncan e ku li Zîvala Xezeyê li himber sîyonîst û amerîkiyan rawestane.

Ebû Ubeyde her wiha got: Bahoza Eqsayê ku ji bo armanca herî pîroz hat destpê kirin  û dê hîna xurttir û berfirehtir bibe ku zilm û zordariyê ji mizgevta Eqsayê ji nav bibe. 

 Ebû Ubeyde got: Di operasyonên curbicur de gelek zirar û ziyan li dijmin dikevin û berxwedana li hember destdirêjiyên dijmin dê berdewam be heta ku dawîn leşkerên siyonîst ji axa Filistînê derkeve. Li deverên ku destdirêjkerî lê hebin, wê li heman navçan jî berxwedan bê kirin, bi hezaran  kes ji têkoşerên me di qadên şer de  bi moreleke baş di nava amadebaşiyê de ne û ev yek bi kerema  Xwedayê mezin pêk hatiye.

Berdevkê Tabûrên El-Qessam got: Têkoşerên me ji bo ku tola xwe ji dijmin destdirlker hildin amade ne û şer dikin. Di vê qonaxê de em guh nadin îdiayên dijmin û rayedarên siyasî û leşkerî yên siyonîst.

Dijmin pir lawaz bûye û  dostên wan ên nêzîk êdî baweriya xwe bi wî naynin, ew nikare raya giştî qanih bike ku bi ser ketiye yan na, gihêştiye armancên xwe yan na.

Başa dön tuşu