Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê, axiftina serokkomarê Emerîkayê li civata giştî ya NY kirêt û pûç da zanîn û got: Doanld Trump, nezan, virek û şerxwaz e.
Trump li axiftina xwe ya roja sêşemiyê li civata giştî ya NY, Komara Îslamî ya Îranê ku yek ji cemserên sereke yên rawestana li ber terorîstan li navçê ye bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar kir.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB Newsê, Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sedîqî, li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja îniyê ya Tehranê got: Gotinên nedîplomatîk ên Trump, nîşana hêrsbûn û lawaziya Emerîkayê.
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê bal kişand ser işkesta planên Emerîkayê li navçê û got: Komara Îslamî ya Îranê, hêzên berxwedanê û Rûsiyê li mehên derbasbûyî derbeyên giran li terorîstan ku ji aliyê Emerîka û hevpeymanên wê li navçê piştgirî dibin, xistine.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sedîqî, DAIŞê, El-Qaide û komên din ên terorîstî weke ewladên Emerîka û Erebistanê dan zanîn û tekez kir: Emerîka û Erebistan, bi milyonnan dular ji diravê xelkê xwe xerca damezrandin û pergalkirina komên terorîstî dikin.
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha Inqilaba Îslamî ya Îranê, inqilaba xizan û bindestên cîhanê da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê tim ji Iraq û Sûriyê li şerê li hember terorîstan piştgiriyê bike.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sedîqî li xutba yekim a nimêja îniyê ya Têhranê jî bi munasibeta hatin meha Muheremê serxweşî da xelkê û destnîşan kir: Îmam Huseyn(s) jibo rawestana li ber sîstima dîktatoriyê û îstikbara serdemê serhildan kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)