ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê nimêja îniya Têhranê: Berxwedana îslamî hema geştir ji berê li hemberî nizama serdest rawestaye

Pêşnimêjê berwexte nimêja îniya Têhranê got: Bereya berxwedana îslamî hema geştir û bi hêztir ji berê li hemberî nizama serdest û Amerîka rawestaye.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hucet ul islam Seyîd Mihemed Hesen Ebûturabîferd li xutbên nimêja înîyê ya Têhranê bal kişande ser gefên dijmin li hemberî serketinên umeta îslamî û nizama îslamî ya Îranê û got: Çaxê ku cîhana îstekbar bona dabînkirina xêr û qazancên xwe yên neqanûnî hatiye navçê û nîgerane ji ber berfirehbûna îslamê û bîr û bawera inqilaba îslamî, pêwîsteku bereya berxwedanê bi hêz û qawet dewamê bide xebata xw.

Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê herwiha bal kişande ser viya ku peywenda umeta îslamî, gelên Filistîn, Yemen, Iraq û Lubnanê digire bin sîbera xwe û rênimûniyên rêberê mezine inqilabê hemû li dora hevdu kom kirine destnîşan kir: Îrana îslamî bi hemû hêza xwe li hemberî zêdexwaziyên Amerîkayê sekiniye û bi hetm dê bigehêje armancên xwe yên îslamî.

Hucet ul islam Seyîd Mihemed Hesen Ebûturabîferd bal kişande ser viya ku qudreta Komara îslamî ya Îranê li navçê ji her dewranekî din zêdetir bûye got: Şerên bi wekalete kirêgirtiyên Amerîkyêa li navçê , li Sûriye, Iraq , Lubnanê û Yemenê dê bibe sebeba zûtir jinavçûna Amerîka.

Wî bal kişande ser viya ku Amerîka êdî karayiyasekinîna li hemberî umeta îslamî ji dest daye got: Amerîka hema ji destê berxwedana îslamî û umeta îslamî şepan dixwe.

Pêşnimêjê berwexte nimêja îniya Têhranê herwisa hevgirtina umeta îslamî desthata serhildana 15 Xurdadmeha Îmam Xumêyînî(RH) dayezanîn û got: Îmam Xumêyînî(RH) xîmdarê Komara îslamî ya Îranê riya berxwedana  li hemberî îstekbarê daye ber gelên cîhanê.

Başa dön tuşu