ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Birûcêrdî: Heke boykot careka din bên sepandinê, idî delîlek ji bo cihanîna rêketinama navokî namîne

Serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa Îranê got: Heke boykot careka dî bên sepandinê, idî tu heger û delîlek ji bo domandina cihanîna rêketinama navokî li nav raya giştî, dewlet û meclisa Îranê namîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Elaedîn Birûcêrdî serokê Komisyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa Îranê ku seredana Sûrîyê kirîye li bajarê Şamê herwiha got: Îran di çend rojan da dikare bi mebesta dabînkirina oranîyoma pêwîst, asta zengînkirinê jorda bibe, helbet xeta me ya sor Bomba Navokî ye ku Komara Islamî ya Îranê li gorî fitwaya rêberê giranqedir ê inqilaba islamî têkildarî herambûna xweyîkirin û bikaranîna çekên tevkujîyê û ser bingeha Peymana Qedexeya Çêkirin û Berfirekirina Çekên Navokî (NPT) bi awayekî cidî li dijî wê ye.

Birûcêrdî pêgirî kir ku sîyaseta Amerîkayê dê xîmên NPT`yê sist bike û got: Heke Amerîka bi rastî ji ber bomba navokî dilgiran e, bila here dû canê Rêjîma Sîyonîst ku bêyî sozên navnetewî bi zêde ji 300 kumikên xwe yên navokî gefan li ewelhîya rojavaya Asyayê û cîhanê dike.

Wî pêgirî kir: Binpêkarîyên bi dû hev ên Donald Trump têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê nîşan didin ku li qada navnetewî pêbawerî li Amerîkayê nayê kirin.

Serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa Îranê herwiha bal kişand ser êrişa vê dawîyê ya Amerîkayê û hevpeymanên wê ser Sûrîyê û got: Amerîka, Ingilîs û Fransayê ji bo alozragirtina navçê, êrişî Sûrîyê kirin ta ku bikaribin ewlehîyê ji bo Rêjîma Sîyonîst dabîn bikin.

Birûcêrdî pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku ewlehîya mayinde li Sûrîyê babeteke gellekî girîng e ji ber ku istiqrara li vî welatî bi aştî û ewlehîya cîhanê re hatîye girêdanê.

Başa dön tuşu