ÎranNûçeRojhilatanavin

Wajokirina rêketinama hevkarîyên serbazî di navbera Îranê û Çînê da

Rêketinama hevkarîyên leşkerî-berevanîyê di navbera Komara Islamî ya Îranê û Çînê da bi amadebûa wezîrên berevanîyê yên her du welatan li Têhranê hat wajokirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasinm`ê, serdar sertîp Hisên DÊhqan wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê û sipehbod Çang Wan Çuwan, wezîrê berevanîyê yê Çînê îro piştî hilkolandina hevkarîyên her du welatan li qadên navçê û navnetewî, rêketinama hevkarîyên leşkerî-berevanîyê di navbera Îranê û Çînê da wajo kirin.

Berfirekirina hevkarîyên berevanîyê-leşkerî, veghortina tecrubeyan li warên serbazî nemaze li warên perwerde û têkoşîna giştalî li hemberî têrorîsmê û bêewlehîtîyê li navçê ji xalên vê rêketinamê ne ku wezîrên berevanîyê yên Îran û Çînê li Têhranê wajo kirin.

sipehbod Çang Wan Çuwan, wezîrê berevanîyê yê Çînê di çarçova berfirekriina hevkarîyên berevanî-leşkerî ligel Komara Islamî ya Îranê bi armanca sekinîna li hemberî qeyranên navçê û cehanê serdana Têhranê kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu