NûçeRojhilatanavinSûriye

Fêysel Ezûz: Divê Kurd nekevin davika Amerîkayê û berê xwe bidin Şamê

Parlamenterê berê yê Sûriyê, Fêysel Ezûz daxwaz ji kurdan dike, ku berê xwe bidin Şamê û vegerin ser sûrîbûna xwe.

Parlamenterekî berê yê Sûriyê  daxwaz dike, ku hêz û aliyên Kurdî dest ji Amerîka berdin û berê xwe bidin Şamê.

Şandeke Opozisyona Navxwe ya Sûriyê ku ji bo beşdrbûna di civîna diyaloga Sûrî-Sûrî de serdana bajarê Qamişloyê kiribû, piştî ku ew civîn nehate sazkirin, careke din vegeriya Şamê.

Parlamenterê berê yê Sûriyê, Fêysel Ezûz ku yek ji endamên şanda opozisyona navxwe ya Sûriyê bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin, ku Kurd beşekî cudanekirî ji pêkhateya Sûriyê ne û got, ku ew qebûl nakin Kurd ji Sûriyê bêne cudakirin.

Fêysel Ezûz diyar kir, ku li Sûriyê piralîtiyeke dewlemend ji netew, ol û mezheban heye û da zanîn, ku cihê her kesî li sûriyeyeke yekgirtî heye.

Ezûz got: “Kurdên Sûriyê berî her tiştî û min çend caran ev yek gotiye, ew beşek in ji pêkhateya Sûriyê û ew hêja ne, ji ber vê yekê em qebûl nakin, ew li derveyî çarçoveya Sûriyê bin, sûriyeke yekgirtî ku cihê me her kesî têde heye, ji bilî kurana jî li cem me hene, heger em bêne behsa netewe, ol û mezheban  bikin, li Sûriyê piralîbûna dewlemend heye, nabe Kurd ji Sûriyê bêne cudakirin, ew beşek in ji gelê Sûriyê.”

Başa dön tuşu