Pêşnimêjê demkî yê nivêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser pêngavên dijî Îranê yên Amerîkayê û pêgirî kir: Bila rayedarên Amerîkayê ji wan serokomarê vî welatî bizanin ku dewrana zorbêjîyê kuta bûye û Amerîka her ku diçe tenê dimîne û nefreta li hemberî vî welatî jî zêde dibe.
Ayetullah Mihemedelî Muwehêdî-Kêrmanî li xutbên nimêja înîyê ya Têhranê bi gotina vê yekê ku roja îro bilî çend rêjîmên herêmî, hîç welatek pişta sîyasetên Amerîkayê nagire, dîyar kir: Ewrûpî ku ji hevpeymanên sereke yên Amerîkayê ne, niha ne tenê ji sîyasetên Amerîkayê peyrevîyê nakin, belkî bi kivşkirina mêkanîzmekê li hemberî kiryarên Waşîngtonê disekinin.
Ayetullah Mihemedelî Muwehêdî-Kêrmanî pêgirî kir ku serokên Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û rêjîma Seûdî dê ji nav herin û got: Aşkirabûna cinayeta Seûdîyan a kuştina Cemal Qaşiqçî rojnamevanê rexnekirê rêjîma Seûdî, rûyê rastî yê vê rêjîmê ji her kesî re aşkira kir.
Pêşnimêjê demkî yê nivêja înîyê yê Têhranê herwiha bal kişand ser dewama êrişên Erebistanê ser Yemenê û got: Kuştin û dorpêçkirina bi milyonan welatîyên yemenî bi piştgirîya Amerîkayê ye.
Ayetullah Mihemedelî Muwehêdî-Kêrmanî di dewama xutbeyan de bal kişand ser êrişa hêzên leşkerî yên Nîcêrîyê ser tazîdarên Imam Hisên (S) li vî welatî ku di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn û got: Her du alî divê bi rêyên aştîyane, bigihêjin hevdufemkirinê.
Pêşnimêjê demkî yê nivêja înîyê yê Têhranê pêgirî kir ku pişkdarîya bi milyonan kesî di merasima çillê Imam Hisên (S) li Iraqê de peyameke girîng heye û sekinîna li hemberî zilim û kafiran peyama pişkdarên di merasima çillê Imam Hisên (S) de ji bo xelkê cîhanê bû.