Pêşnimêjê demkî yê Têhranê destnîşan kir: Gefên Emerîkayê li dijî Îranê û hevrêtiya hin rejîmên navçê, Îranê lawaz nake ji ber ku ger ew bikevin nava şêr, dê işkestê bixwen û ji nav herin.
Ayetullah Muhemedelî Muwehidiyê Kirmanî li xutbên nimêja îniyê ya vê heftiyê li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku niha Emerîka li dû hevrêkirina Ewrûpa, Erebistan û Rejîma Îsraîlê li dijî Îranê ye û got: Îrana Îslamî xurt û bi hêz e û dê li hember dinyaya îstikbarê raweste. Pêşnimêjê demkî yê Têhranê xitabî Emerîka û cîhana Îstikbarê raghand: Îran rawestaye û bi hêz e û bi gefên wan lawaz nabe.
Wî her wiha destnîşan kir: Îslam li hember kufrê sekiniye û Îran şanaziyê dike ku alaya Îslamê hilaniye.
Ayetullah Muhemedelî Muwehidiyê Kirmanî destnîşan kir: Emerîkayê û hevpeymanên wê divê bizanin ku her çi qasî li hember bereya heqê bisekinin û gefê bixwen, dê sîleyeke qahêm bixwen.