NûçeAsya

Li Agiriyê otobûs û kamyonet li hev qelibîn: 11 kes birîndar bûn

Li navçeya Tutaxê ya Agiriyê otobûs û kamyonetek li hev qelibîn û 11 kes birîndar bûn.

Tîmên tendursitiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tutaxê.

Ji birîndaran 6 kes rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê û yên din jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê.

Hat ragihandin rewşa birîndaran baş e.

Başa dön tuşu