ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnîyara pêkanîna Hêza Qudsê ya Islamî

Endamekî Fraksyona Komela Islamî ya Kurdistanê ser vê bawerê ye ku pirranîya biryar û istiratêjîyên Donald Trump li sîyaseta derve ya Amerîkayê li dawîyê dibin sedema komplo û alozîya zêdetir li Rojhilata Navînê lê, li meseleya naskirina Qudsê wek paytexta Israîlê divê bi awayekî cidî li hemberî vê komployê biskeinin.

Li gorî rapora nivîsgeha li derveyî Îranê ya ajansa nûçan a Tesnîmê, mamoste Selîm Şûşkeyî yek ji alimên dînî yên ehli sune yê Herêma Kurdistanê û endamê parlimana Iraqê ji Fraksyona Komela Islamî li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Tesnîmê got: Quds berî ku paytexta Filistînê be paytexta ometa islamê ye, yekemîn qibleya misilmanan û cihê mêiraca resûlê ekrem (S) e, lewma sazişe li ser  kiryara Trump li dijî nirxên pîroz ên islamî nayê kirin û ji vê yekê paşde naçin.

Wî têkildarî rola hin welatên qaşo islamî li çavsortîya nû ya serokomarê Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst jî got: Mixabin helwesta hin welatên islamî cihê şermê ye, tu wêrekîyek li berteka welatên hanê li hemberî kiryara Amerîkayê xûya nake.

Mamoste Selîm Şûşkeyî yek ji alimên dînî yên ehli sune yê Herêma Kurdistanê û endamê parlimana Iraqê ji Fraksyona Komela Islamî pêgirî kir ku heke mijareke girîng wek Qudsê nebe sedema tifaqa welatên islamî mirov nikare têkildarî hêza van welatan di pêşerojê de hivîdar be ji ber ku welatên ketine pêşbirka qahîmkirina peywendîyên digel Amerîkayê û ji xeta ku Amerîkayê kifş kirîye dernakevin û peywendîyên wiha belgeya mayîna xwe dizanin lê me qedera serokên welatên ereb dîtîye ku çawan yek û yeko bi rezîlî û serşorîyê yê ji nav herin.

Wî têkildarî rola misilmanan li warê sekinîna li hemberî komploya vê dawîyê ya Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst jî got: Em ser vê bawerê ne ku misilman divê bi nîşandayîna nerazîbûna xwe, hertim durişma “mirin ji bo Israîlê“ biqîrin lê heta dema ku sazî û hêzeke taybet helwesta misilmanan ber bi alîyekî biarmanca ve nebe, mirov nikare hivîdar be ku ew ê bi destê vala karekî bikin.

Wî rola Komara Islamî ya Îranê di warê neyarîya hertimî li hemberî Rêjîma Sîyonîst de girîng zanî û got: Îran hêzeek islamî li navçê ye û em rêzê li rol û bandora vî welatî digirin lê çaverêtîya ji Îranê wek zilhêza islamî zêdetir ji vê yekê ye û bersiva teqil a vî welatî li hemberî Israîlê yê pêşîya komployên wan ên pêşerojê de bigire.

Endamê Fraksyona Komela Islamî ya Kurdistanê li parlimana Iraqê têkildarî pêşnîyara pêkanîna “ hêza Qudsê ya islamî“ bi armanca azadkirina Qudsê jî got: Pêxemberê ekrem (S) gotîye ku heke zanist li esmîn be, yê hin mêrên Fars ewê bi dest bixin, hêza Îranê bibandor û dîyarkir e û pêşnîyara pêkanîna vê hêzên jî pêşnîyareke pîroz e û hevalbendîyeke islamî ya bi vî rengî bi armanca sekinîna li hemberî her gefa ihtimalî li dijî cîhana islamê divîya berî vîya bihata avakirin, ji ber ku ez ser vê bawerê me ku tifaq û hevdilîya misilmanan, yê serketinên mezin ji bo ometa islamê bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu