EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf gihêşt Brukselê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li sêwem meqseda sefera xwe ya li bara rêketinnama navokî piştî derketina Emerîkayê ji vê hevhatina navneteweyî, duşemiyê şevê gihêşt Bruksela paytexta Belcîkayê.

 Li gorî rapora Fars News’ê, Muhemed Cewad Zerîf biryar e sibê sêşemiyê li Brukselê tev wezîrên  karên derve yên Fransa, Almanya û Brîtanyayê û her wiha Federîka  Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya  Yekitiya Ewrûpayê hevdîtinê pêk bîne û li bara pêşeroja  rêketinnama navokî behs û gotûbêjê  bike.

Wezîrê karên derev yê Komara Îslamî ya Îranê beriya Brukselê sefera Çîn û Rûsiyê kiribû.

Trump serokkomarê Amerîkayê  heştê meha Gulana 2018` an  bi dubarekirina  tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana  boykotên  navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din da raghand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekitiya Ewrûpayê jî wek aliyên rêketinnama navokî destnîşan kirin ku piştgiriyê didine vê havhatina navneteweyî.

Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Nteweyên Yekbûyî mixabiniya xwe li bara biryara  yekalî ya serokkomarê Emerîkayê da diyarkirin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê sêşemiyê şevê piştî raghandina  derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî bal kişand ser vê yekê ku  Wezareta karên derve ya  Îranê ferman daye  ku  heya çend hefteyên din bi welatên ewrûpî, Rûsiye û Çînê re  muzakireyê bike û destnîşan kir ku ger berjewendiyên  gelê Îranê neyên dabînkirin tevî dijberiya Emerîka û Rejîma Siyonîstî, Komara Îslamî ya Îranê dê li nava  rêketinnama navokî de bimîne.

Başa dön tuşu