CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Pêşnumaya Qedexetiya Firotina Çekên Amerîkayê bo Erebistanê hat pesendkirin

Kongreya Amerîkayê roja Çarşemiyê Pêşnumaya Qedexetiya Firotina Çekên Amerîkayê bo Erebistan û Imaratê pesend kir.

Sênaya Amerîkayê di Hezîrana 2019an da dengê xwe da betalkirina girêbestên Amerîkayê jibo firotina çekan bo Erebistanê.

Ev cara duyem di mehên dawî da ye ku Kongre pesendnameyekê li dijî pêwendiyên taybet ên delweta Trump digel Erebistanê raber dike.

Parlementrên amerîkî di Nîsana bihurî da jî (Avrêla 2019an) dengê xwe dan bidawîhatina beşdariya Amerîkayê di şerê Erebistanê li dijî Yemenê.

Parlementerên her du partiyên Komarxwaz û Dêmokrat ji vêya ku Erebistan bi sebeba desthebûna di kuştina Cemal Xaşiqçî da nehatiye darizandin, hêrs in.

Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Gulana 2019an ragihand ku li gorî qanûnên awarte yên firotina çekan, 22 girêbestên firotina çekan navbera Amerîkayê û Erebistan, Imarat û Urdinê tên piştrastkirin.

Êliyot Êncêl (Eliot Engel) endamê Komîteya pêwendiyên derve ya Kongreya Amerîkayê got: Em nikarin rê bidin Erebistanê ku bi çekên amerîkî bi hezaran welatiyên sivîl li Yemenê bikuje.

Li gorî nivîsîna rojnameya amerîkî ya New York Timesê, Tu mijarekê di warê siyaseta derveyî da bi qasî babeta Erebistanê, navbera Trump û Kongreyê qelaş û cudatî pêk neaniye.

Başa dön tuşu