IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya wezîrê karên derve yê Iraqê ser xebata cîhanî dijî terorîzmê

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li Press Konferansa xwe ya hevpar tev Jan Mark Ayro hevtayê xwe yê fransî got: Hemû welatên cîhanê li ber xetera terorîzmê  ne û pêwîst e ku hemû zirûfan ji bo kokbirkirina terorîstan li nav Iraqê û derve ji Iraqê bi kar bînin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişande ser işkesta DAIŞ`ê li nav Iraqê û destnîşan kir ku işkesta terorîstan li nav axa Iraqê kutahiya rê nîne belkî pêwîst e DAIŞ li her derekî cîhanê ji nav here.

Ceferî bal kişande ser cinayetên nemirovane yên DAIŞ`ê û kuştina xelkê û ragihand; Pêwîst e hemû welatên cîhanê bona jinavbirina terorîstên DAIŞ`ê alîkariyê bidin hevdu.

Ceferî bal kişande ser destpêbûna operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û got: Hêzên artêş, pêşmerge û hêzên gelanî yên Iraqê hemûyan biryar dane terorîstan li nav Iraqê işkest bidin û ev biryara jî serê xwe digire û bona şerê dijî terorîstan, hinek ji welatên cîhanê li civîna Parîsê alîkariyên nû dane Iraqê.

Ceferî destnîşan kir; Jinûve avedankirina Mûsilê piştî işkesta terorîstan, pêş zivirîna awareyan bo vî bajarî tiştekî pêwîst e.

Ayro jî bal kişande ser viya ku pêwîste hêzên eskerî yên Iraqê li nav Mûsilê qayde û qirarên mirovî binpê nekin got: Em ji hêzên iraqî bona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan piştevaniyê dikin.

Wî got: Li civîna Parîsê dê li ser operasiyona Reqayê piştî azadiya Mûsilê jî bê axivtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu