Pêşveçûna hêzên iraqî li rojavaya Mûsilê

Hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê, rêya alîkarîgihandin û ya peywendiya koma terorîst a DAIŞ`ê li navçeya Qeyrewanê li rojavaya Mûsilê birrîn.
Navçeya stratijîk a Qeyrewanê, bajarên Mûsil û Tileferê li parêzgeha Neynewayê girêdide sînorên Sûriyê.
Ajansa iraqî ya nûçeyan a Wai`ê, roja çarşemiyê ragihand, hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê karîn bi piştevaniya hêzên hewayî yên vî welatî, para zêde ya gundên navçeya Qeyrewanê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Ji dema destpêkirina operasyona azadkirina Qeyrewanê li rojavaya Mûsilê, nêzî 36 gund ji destê DAIş`ê hatine derxistin. Di eynî demê de Hadî Amirî, yek ji fermandeyên Heşdi Şebî destnîşan kir: Terorîstên DAIŞ`ê bona sekinandina hêzên Heşdi Şebî, çekên kîmyayî bi kar tînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)