AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşwaziya fermî ya Rûhanî ji Îlham Eliyêf li Têhranê

Rêûrisma pêşwaziya fermî ya Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê ji Îlham Eliyêf serokkomarê Azerbaycanê îro yekşemê li Koşka Seidabadê birê ket.

Li gor rapora IRIB News`ê, Rêûrisma pêşwaziya fermî ya Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê ji Îlham Eliyêf serokkomarê Azerbaycanê îro yekşemê li Koşka Seidabadê birê ket û piştî xwendina diroşma netewî ya her du welatan, her du seokkomar ji yekîneyên teşrîfatê san dîtin.

Piştî vê rêûrismê gotûbêjên di navbera Hesen Rûhanî û Îlham Eliyêf destpê bû.

Îlham Eliyêf bona hevdîtina tev karbidestên Komara Îslamî ya Îranê îro yekşemê gihêşte Têhranê.

Li sê salên bihurî eva cara sêyem e ku Îlham Eliyêf serokkomarê Azerbaycanê seredana Têhranê dike.

Li gotûbêja di navbera Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê û Îlham Eliyêf serokkomarê Azerbaycanê her du aliyan li ser berfirehkirina peywendiyên navbera du welatan bi taybet li ser dewama pilanên hevpar yên wekî çêkirina karistanên dermançêkirinê, erebeçêkirinê û riya hesin a bakûr bi başûrê axivîn.

Li van salana karbidestên Îranê û Komara Azerbaycanê zêde ji 120 senedên hevkariyê îmza kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu