AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşwazîya fermî ya serokomarê Qezaqistanê ji serokomarê Îranê

Merasima pêşwazîya fermî ya serokomarê Qezaqistanê ji serokê Komara Islamî ya Îranê li koşka serokomarê li bajarê Astanê hat lidarxistinê.

Piştî merasima pêşwazîya fermî muzakirên dualî yên Hesen Rûhanî û Nûrsiltan Nezerbayof serokomarên Îran û Qezaqistanê destpê bûn.

Berfirekirina peywendî û hevkarîyên giştalî li warên curbicur û lezandina peywendîyên Têhran-Astanê, ji mêhwerên muzakirên serokomar û desteyên pilebilind ên Îran û Qezaqistanê ne.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li gorî gazîkirina fermî ya serokomarê Qezaqistanê û di çarçova berfirekirina peywendî û hevkarîyên ligel cînaran derbasî Astanê bû û dema giheşte balafirgeha vî şarî, ji alîyê Jênîs Kasimbeg wezîrê sermayedanîn û pêşxistina Qezaqistanê, sefîr û berpirsên sefareta Komara Islamî ya Îranê li wî welatî va hat pêşwazîkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu