ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Larîcanî: ”Netewê Îranê bi hişyarî û qawet û bisaya rênimuniyên Rêberê Mezin ê Îmam Xameneyî wê komployên Amerîkayê bê encam bikin”

Serokê Meclisa Îranê ya şewra Îslamî got: Netewê Îranê hertim li ber komployên Amerîkayê hişyar û amade ne.

Serokê Meclisa Îranê ya şewra Îslamî Elî Larîcanî îro li civîna eşûkera ya vê meclisê bal kişand ser  Darbeya Amerîkî ya Tebaxa 1953 û ew wek mînaka mudaxileyên bi dû hev ên Amerîka û Brîtanyayê li dij netewê Îranê da zanîn û got:Amerîkayê li 19 Tebaxa 1953 bi derbeya xwe li dij dewleta Îranê ya Qanûnî, çend deh-saliyan netewê Îranê tûşî dîktatoriyê kir û roja îro Amerîka bi karnameya xwe ya reş dixebiye bi heceta ewlehiya navçê û cîhanê cardin ser Îranê bi deshilat bibe.

Larîcanî herwiha got: Amerîka roja îro bi tirsandina welatên navçê ji Îranê û îstifadeya nerewa ji lawaziya fikrî ya welatên pêvegirêdayî yên navçê mal û heyiya navçê talan dike.

Serokê Meclisa Îranê ya şewra Îslamî li bara boykotên Amerîkayê li dij Îranê jî got: Amerîka ji bo ku Îranê boykot bikr bi şermesarî dest datîne ser azadî, mafên mirovan, ewlehiya navçê û cîhanê. eva di rewşekê ye ku vî welatî bi Darbeya Tebaxa 1953 dîktatorî vegerand Îranê û niha jî bi alîkariya terorîstan karnama xwe li cem netewê Îranê û navçê reştir kirine.

Larîcanî hedefa Amerîkayê ji  bikaranîna boykotan, deshilatdariya aborî ser Îranê da zanîn û got: Netewê Îranê bi hişyarî û qawet û bisaya rênimuniyên Rêberê Mezin ê Înqilabê wê komployên Amerîkayê bê encam bikin.

Başa dön tuşu