CîhanNûçe

Pêşwazîya germ a rêberê Koreya Bakur ji serokomarê Koreya Başûr

Rêberê Koreya Bakur pêşwazîyeke germ ji serokomarê Koreya Başûr kir û her du serok li Pîyong Yongê civîyan.

Eva cara sêyem e ku îsal Moon Jae-in serokomarê Koreya Başûr û Kim Jong Un rêberê Koreya Bakur hevdîtinê pêk tînin û derbarê pêkanîna aştî û aramîyê li nîvgirava Koreyê gotûbêjê dikin.

Gellek rayedarên pilebilind ên sîyasî û aborî yên Koreya Başûr jî di vê seredana sêrojî de digel serokomarê welatê xwe çûne Koreya Bakur ta ku rêyên vebûna avorîyê bi cînarê xwe yê li bakur re hilkolînin.

Moon Jae-in vê sibê digel desteyeke 110 kesî di çarçova seredaneke sêrojî de û bi merema hevdîtina digel Kim Jong Un rêberê Koreya Bakur derbasî vî welatî bû ku bi awayekî gellekî germ hat pêşwazîkirinê.

Serokên her du Koreyan îsal di civîna li gundê sînorî yê Panmunjom`ê de lihev kirin ku di çarçova aştîyê û nehîştina çekên navokî li nîvgirava Koreyê de pêngavan rakin.

Başa dön tuşu