ÎranNûçeRojhilatanavin

Derbasgeha sînorî ya Perwîzxanê li sînorê Îran û Iraqê hat vekirin

Qayimeqamê bajarê Qesra Şîrînê li parêzgeha Kirmaşanê li rojavaya Îranê qala vekirina derbasgeha sînorî ya Perwîzxanê ya li sînorê Îran û Iraqê ji sibeha îro Sêşemiyê va kir.

Qaîm Meqamê ûaristana Qesra Şîrînê li parêzgeha Kirmaşana rojavaya Îranê, Feramerz Ekberî li hevpeyivîna bi IRNA`yê ra got: “Li gorî gotûbêjên pêkhatî li Têhran û BNexdayê, çalakî û danûstandinên ticarî û sînorî ji îro anku Sêşemiyê va ji sînorê fermî yê Perwîzxan ji nû va hat domandin.

Ekberî her wiha got: “Sînorê fermî yê Perwîzxan xwedan derfet û guncawtiyeka zêde ye û vekirina dubare ya vê sînorê dê ji bo geşatî û baştirbûna rewşa aborî ya gelê Îran û Iraqê alîkar be“.

Çalakiyên derbasgeha sînorî ya Perwîzxan li dû mijarên siyasî û nakokiyên navbera berpirsên bakurê Iraqê digel dewleta navendî ya vî welatî, ji roja 15`ê Cotmeha 2017an va hatibû rawestandin.

Şaristana Qesra Şirînê li rojavaya parêzgeha Kirmaşanê  bi dirêjahiya 116 kîlomitran sînorê hevpar bi Iraqê ra heye ku li dirêjahiya vî sînorî du derbasgehên fermî yên Perwîzxan û Xusrewî çalak in.

Başa dön tuşu