ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşwazîya Îranê ji rapora Ban Kî Mon li bara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê

Nunerê dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY got: Pêbendîya tam a Îranê li rêketinama navokî û babetên bêsozîyê yên hin alîyên vê rêketinamê divê bi awayekî bêalî li raporên serokê giştî yê NY bên ragihandin.

Xulamelî Xoşrû duh li axavtina li Civata Giştî ya NY li bara rapora salê ya serokê giştî yê vê sazîyê ragihand ku nivîsgeha NY divê rola erênî ya xwe bi helwestên kêrhatî li amadekirina rapor û nirxandinên têkildarî cihanîna vê rêketinamê bilîze.

Ban Kî Mon serokê giştî yê NY li rapora xwe ya vê dawîyê, rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê destkevteke dîrokî, mînakek ji qîmeta dîplomasîyê û xaleke werçerxan li peywendîyên civaka navnetewî ligel Îranê zanîye û gitîye ku ev rêketinama yê bibe sedema liyêkgiheştin û hevkarîya çêtir li bara gellek pirsgirêkên cidî yên ewlehîyê li navçê û derveyî wê jî.

Xoşrû herviha mijara jiçekirina navokî ewlewîyeta herîjorîn a civaka navnetewê zanî û ji ber vîya ku hela jî hewldanên di vî warî bêencam mane, mixabinîya xwe nîşan da.

Wî bal kişand ser vê yekê ku welatên xwedîyê sîlehên navokî bi awayekî berdewam sozên xwe di vî warî da binpê dikin û bêsozîya welatan astengîya ser rêka jiçekirina navokî zanî û pêkutî kir ku jinavbirina tam a van sîlehana tenha garantîya bikarneanîna wan tê hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu