NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşwaziya Şamê ji vegeriyana firokeyên iraqî bo firokexaneyên Sûriyê

Wezîrê Veguhestin û Tranzîtê yê Sûriyê, Elî hemûd kêfxweşiya xwe ji vegeriyana firokeyên iraqî bo firokexaneyên Sûriyê diyar kir û li ser girîngiya vekirina rêyên erdî û hatûçûna kamyûnan di navbera du welatan da pêgirî kir.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNA`yê ji zarê malpera sûrî ya Elê Weten Online`ê, li civîna roja Çarşemiyê ya Wezîrê Veguhestin û Tranzîtê yê Sûriyê, Elî Hemûd, digel nûnerê îdarî yê wezîrê tranzîtê yê Iraqê li Şamê, Ehmed Kerîm Eyûb, du aliyan li ser babetên tranzîta erdî ya dualî gotûbêj kirin.

Wezîrê Veguhestin û Tranzîtê yê Sûriyê encama vê civînê erênî nirxand û got: “Behrewergirtina ji Kamuyûnan û pêkanîna tamîrkirinê dewreyî û karên têknîkî û idarî hatinb pejirandin“.

Ehmed Kerîm Eyûb nûnerê idarî yê wezîrê tranzîtê yê Iraqê jî li ser geşepêdana hevkariya tranzîtî navbera vî welatî û Sûriyê pêgirî kir.

Bi azadkirina bajarê Raweya Iraqê di 17`ê Midara 2017an da û azadkirina bajarê Bûkemaa Sûriyê di 19`ê Midara 2017an da ji aliyê artêşa vî welatî, Bereya Berxwedanê û piştevaniyên bibandor ên Komara Îslamî ya îranê, dosyeya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hat girêdanê.

Du welatên Iraq û Sûriyê niha qonaxa avedankirin û destpêkirina tevgerên aborî dest pê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu