ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşwaziya Zerîf û Lavrov ji pêkanîna agirbesê li Sûriyê

Wezîrên karên derve yên komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê ji pêkanîna agirbesa giştalî li Sûriyê pêşwazî kriin.

Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja pêncşemiyê li peywendiya têlêfonî digel Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li bara guhertinên herî dawiyê li Sûriyê gotûbêj kir.

Wezîrên Karên derve yên Îran û Rûsiyê li vê peywebndiya têlêfonî ji pêkanîna agirbesa giştalî li Sûriyê pêşwazî kirin û li ser dewama şerê dijî têrorîsmê û komên têrorîst ên DAIŞ û Bereya El-Nusreyê (Fetha şamê) û komên girêdayî bi wan pêgirî kirin.

Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsiyê li hev kirin ku li çarçova hevkariyên sêalî di navbera Îran, Rûsiye û Tirkiyê ji bo birêxistina gotûbêjên dewleta Sûriyê û dijberan li Astaneya Qezaqistanê hevahengî û rawêjakriya berdewam hebin.

Erkantiya giştî ya artêş û hêzên çekdar lên Sûriyê roja pêncşem,iyê bi dayîna daxûyaniyekê tevî amajeya bi viya ku nîvê şeva 30`ê Kanûna dê hemî kiryarên leşkerî li vî welatî werin rawestandin, ragiahnd ku komên têrorîst ên DAIŞ û Cebheya Nusreyê û hemî komên girêdayî bi wan nakevin ber agirbesê.

Erkantiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar yên Sûriyê destnîşan kir: Armanca pêkanîna agirbesê li vî welatî dabînkirina rewşê ji bo piştgiriya ji rêkara sioyasî ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê ye(BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu