CîhanEwropaNûçe

Pêvajoya çekdanîna FARCê 20 rojan hat dirêjkirin

Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ragihand maweya ku bona berhevkirina çekên milîtanên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) hatibû terxankirin, 20 rojan hat dirêjkirin.

Santos di civîna xwe ya çapemeniyê da destnîşan kir ku piştî rêkeftina aştiyê ya ligel FARCê, li welat li 26 herêmên cuda çekên milîtanan tên berhevkirin û herwiha ev pêvajoya berhevkirina çekên milîtanan 20 rojên din jî hat dirêjkirin.

Santos ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ye, diyar kir ku biryar bi FARC û Neteweyên Yekbûyî (NY) ra hat standin.

Santos wiha axivî, “Kolombiya dîroka xwe ya ku bi tundî, tirs, qetlîam û sûîqesdan va tijî ye, êdî li paş xwe dihêle. Emê careke din venegerin vê heyamê. Ji ber ku birakujiya 53 salan bidawî dibe, ev taloqkirin kêşeyeke pir muhîm nîne.”

Santos bal kişand ku xebata çavdêrên Mekanîzmaya Çavdêrî û Piştraskirina Agirbestê ya NYyê (MM&V) ya sinifandin û tomarkirina cureyên çekan wê heya dawiyê dewam bike.

Herwisa Santos got ku maweya veguhezîna bal jiyana sivîl a milîtanên FARCê 60 rojên din jî hat dirêjkirin û bi vî awayî ev dîrok jî heya 1ê tebaxê hat dirêjkirin.

Piştî îmzekirina rêkeftina aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARCê da milîtan li welat li 26 herêmên destnîşankirî kom bûn û paşê di 1ê adarê da pêvajoya çekdanînê dest pê kiribû. Di vê qonaxê da, ku xebatên sinifandin û tomarkirina cureyên çekan di bin çavdêriya çavdêrên MM&Vyê da dewam dike, FARCê di 17ê adarê da 140 çekên xwe teslîm kiribûn. Bi vê gavê va FARCê piştî 50 sal heyama şer û pevçûnan, bona cara yekemîn çek danî.

Rêkeftina aştiyê ya yekemîn a ku di 2yê Cotmeha 2016an da di navbera hikûmet û FARCê da hatibû îmzekirin, di referandûma ku qedera 13 milyon kolombiyayî çûbûn ser sandoqê da ji sedî 50,24 dengê “Na” derketibû. Herdu alî paşê li Havanaya paytexta Kubayê li ser maseyê rûniştibûn û di 12ê Mijdara 2016an da li ser rêkeftineke nû li hev kiribûn û herwiha Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono di 24ê Mijdara 2016an da ev rêkeftina nû îmze kiribûn.

Li Kolombiyayê ku welatekî Emrîkaya Latîn e û nifûsa wê ji 48 milyonî zêdetir e, zêdetirî 50 salan şerê navweyî dewam kiribû û herwiha di şerê navxweyî da nêzîkî 260 hezar însanî jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 6 milyon însan jî bûn koçber. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu