ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêvajoya cihatina lihevkirina navokî ji hêla Iraqçî ve

Alîkarê kar û barên hiqûqî û navneteweyî yên wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê, got: lobiyên tundrê yên di nava Amerîka, Rejîam Siyonîst û hin welatên wekî Erebistanê de, bi Îrantirsiyê, hewl didin ta ku li gorî fikra xwe, Îran nekaribe ji lihevkirina navokî sûdê werbigire.

Seyid Ebas Iraqçî, şemiyê bi şev li gotûbêja tev kanala 1`ê ya têlêvîzyona Îranê, ji bilî raberkirina analîzekê di warê pêvajoya bi cihhatina lihevkirina navokî herwiha got, hîn bankên mezin ên Ewrûpayê, danûstandinên xwe yên tev bankên di nava welêt de, dest pê nekirine, lê hin bankên navîn û biçûk ên vê parezemînê, bi bankên Îranê re danûstandin hebûne.

Iraqçî bi gotina vê yekê ku di vê midehê de wezareta karên derve bona ji holêrakirina vê pirsgirêkê hin zextûzor dane ser aliyên hember û destnîşan kir, ew kiryar bûn bayîs ku dewletên ewrûpî û amerîkî hin karan bikin lê hîn ev mijara hêdî hêdî pêşva diçe.

Gotinên alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê li bara lihevkirina navokî, ji du hêlan ve giring in. Ya yekê ewa ye ku rewşa cida ya niha ya li gorî rewşa berî lihevkirina navokî nîşan dide ku mînaka wê ya aşkera bandorên li ser vejiyandina mewqiya berê ya Îranê li bazarên cîhanî yên niftê ne. Bîjen Zengene, wezîrê nifta Îranê, duh şemiyê, li civînekê li Têhranê, got, bi saya destkevtên ji ber lihevkirina navokî û ji holêrabûna boykotan, asta berhemanîn û derfirotina niftê û madeyên ji niftê yên Îranê, du beranberî asta dewra boykotan bûye. Lê hêla din a girîngiya axiftinên Iraqçî, amajeya bi kiryar û reftarên Amerîkayê yên bi cihanîna tam a lihevkirina navokî ye. Ev kiryar di mêhwera şerrê dijî Îslamê, şerrê li hember Îranê û şerrê li hember şîeyan pêk tên ku ji siyasetên vebirr ên Amerîkayê û dewletên ser bi wê ne.

Rastî eva ye ku Amerîka, bandorên ji ber lihevkirina navokî nas dike û her ji ber vê yekê ye ku serêxwegirtina tam a wê, ji bo xwe û Rejîma Siyonîst û herwiha hevgirtiyên ereb ên Amerîkayê li navçeya Kendava Farsê, nebaş dizane. Her ji ber vê yekê pirr hewl dide ku piştî lihevkirina navokî, ji bo Erebistanê û Îsraîlê, cihekî ewleh pêk bîne. Alûgorên piştî lihevkirina navokiyê jî nîşan didin ku Amerîka di riya cihanîna lihevkirina navokiyê, astengiyan derdixe.

Li gorî gotina Iraqçî, lobiyê tundrê yên di nava Amerîkayê û liv û tevgerên Rejîma Siyonîst û Erebistanêber bi Îran tirsiyê, bûne sedem ku bankên ewrûpî bona hevkariya tev Îranê, pêbaweriyên pêwîst tunebin û di şik û gumanan da bin. Her çend ku dewama vê rewşê, bo hertimî ne pekan e. Her ji ber vê yekê niha Waşîngton, li hember Yekîtiya Ewrûpayê ku sozdarê bi cihanîna lihevkirina navokiyê ye, ketiye rewşeka dijwar.

Xalên ku Iraqçî li analîza pêvajoya cihanîna lihevkirina navokiyê, raber kirin, di rastiyê de nirxandina lihevkirina navokî ya di demeka dirêj da ye.

Iraqçî, serokê navenda şopandina bi cihatina lihevkirina navokî, li ser vê bawerê ye ku dewleta Obama û ewrûpî, ji ber ku lihevkirina navokî, wekî destkevtekê dizanin, dil hene lihevkirina navokî berdewam be ta ku Komara Îslamiya Îranê, di riya lihevkirina navokî de ragirin, ji ber vê yekê dixwezin heya ku dikarin sozên xwe cih bînin. Îranê jî heya niha nîşan daye ku dê li cihanîna tam a lihevkirina navokî, ji mafên xwe derbas nebe. Bi vî halî divê ev liv û tevger bi awayekî cidî werin berçavgirtin û fikrek ji bo wê were kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu