AborîCîhanEwropaNûçe

Pêvajoya derketina Ingîltereyê ji Yekîtiya Ewropayê

Wezîrê Aboriyê yê Fransayê Bruno Le Maire diyar kir ku Ingîltere deyndarê Yekitiya Ewropayê ye divê vî deynê xwe bide û got”Ev mesele di pêvajoya derketina endamtiya ji YEyê de nayê muzakerekirin. Em perê xwe dixwazin.”

Le Maire di Komîteya Karên Darayî û Aborî ya Meclisa Fransayê de axivî û pirsên li ser pêvajoya Ingiltereyê ku ji endamtiya YEyê dertê, bersivandin.

Le Maire got: “Divê Ingîltere deynê YEyê bide. Ev mijar di pêvajoya derketina endamtiyê de nayê muzakerekirin. Em perê xwe dixwazin.”

Le Maire ragihand dibe ku deynên Ingîltereyê yên ji ber berpirsiyariya endamtiya YEyê dertê, nêzî 100 milyar ewro be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu